Xaça Sor a Australyayê li gel hemû civakên ji ber trajedî û tengaviyê radiweste. Di deh salan de, ku em piştgiriya civakên xwe dikin ku xwe baş bikin an jî bi tengasiyan re rû bi rû bibin, em bi xurtî dizanin ku karesat bandorê li ser heval, malbat û civakan dike. Mirov û bi taybetî zarok ji ber van bûyeran dibe bêtir bêtalik bin , bi xem an jî bitirs hîs bikin. Dibe ku ev agahî bibe alîkar.
Hîskirina xemgîniyê tiştekî asayî ye. Girîng e ku mirov bi mirovên pê bawer re biaxive bê ka hun çawa hîs dikin û zêdetir li xwe miqate bin. Bipejrȋnin ku hun ji bûyereka pir bistrês derbas bûne û bala xwe bidinê bê ka hûn çawa hîs dikin. Hewl bidin hun baş razên û bêhna xwe vedin, xwarinên baş bixwin û hewl bidin hun wextê bidin ji bo tiştên ku we di ewlehiyê de hîs bikin.
Bandora bûyerên bi êş dikare bandorê li bedena me, mejiyê me û têkiliyên me bike. Dema ku hin kes rastî bertekên cuda tên jî, girîng e ku mirov ji bîr neke ku gelek mirov bi piştgiriya malbat, heval û civaka xwe bi demê re ji bûyerên zehmet baş xelas dibin.
Hin bandorên fizîkî yên stresê ku dibe hun tecrube bikin, di nav de ev in:
Ev bertekên hevpar ên li dijî cureyên strêsê ne ku sedema karesatan in. Ji bo piraniya mirovan, ev bandor dê bi demê re kêm bibin, lê eger hȋn hebin 4-6 hefte piştî bûyerê, girîng e ku alîkarîyê bixwazin.
Di dema bûyereke tengav û piştî wê de, tiştekî xwezayî ye ku mirov bixwaze bêtir agahiyan bizanibe.
Lêbelê, baştir e balans hebe ku hûn agahȋyên hewce bibin, ne zêdetir da hun xwe ji bandor û zirarê yên dubare dîtin an bihîstina agahȋyên stresê biparêzin. Ji bo gelek mirovan, temaşkirina medyayê dikare hestên tengezarîyê zêde bike.
Kêmkirina temaşekrina wêneyên bi strês û trawmatîk, bi taybetî ji bo zarokan girîng e.
Hin serişteyên ji bo kêmkirina temaşekirina we ya li medyaya stresê ev in:
Dibe ku bûyerên bi êş pir zêde hîs bikin. Tevî enormîteya bandoran jî, gelek mirov bi piştgiriya heval, malbat, hempîşe û cîranên xwe ji karesatekê baş dibin.
Dema ku dixwazin alîkariya hezkiriyên xwe bikin, hin kes ji wan re nebawer in ku ew çawa dikarin alîkariya herî baş bikin, û xemgîn dibin ku ew dikarin tiştekî çewt bikin. Hin tiştên hêsan hene ku hûn dikarin ji bo piştgirîya hevalên xwe û endamên malbata xwe bikin.
Alîkarî û piştgiriya kesên din bi bûyerên wek felaketan re, dikare ji xwe re bibe strês. civak, dilxwaz, dost û endamên malbatê yên alîkariyê didin kesên ketine bin bandora karesatekê jî lazim e li xwe xwedî derkevin.
Hin pêşnîyar:
Pir asayî ye ku dê û bav piştî bûyereka xedar ji bo zarokên xwe xeman bixwin. Gelek dê û bav bi fikar in ku ev reftar ên ku zarokên wan nîşan didin bi giştî tên hîskirin an na, û ew çawa dikarin bi awayekî herî baş piştgirî bidin wan.
Gelek riaksiyon hevpar in di nav zarokan de, pêşbîniya herî xurt a ka dê çawa zarok baş bibin, ew e ku mezinên girîng ên di jiyana xwe de çawa xelas dibin, ji ber vê yekê girîng e ku mezin li xwe binêrin. Dema ku hûn di balafirê da bûn, wekî ku hûn maskeya oksîjenê li xwe bikin bifikirin- ji bo ku hûn bikarin alîkarîya mirovên din bikin divê hûn pêşî li xwe binêrin.
Li jêr çend mînak hene ku zarok çawa dikarin li hemberî bûyereka tengasîyê bertek nîşan bidin.
Liv û tevgera zarok: Pitikên 5 salî - hin riaksiyonên hevpar wiha ne:
Liv û tevgera zarok: 6-11 sal - dibe ku bertekên berê jî bijîn, lê dibe ku:
Liv û tevgera zarok: 12-18 sal - dibe ku bertekên berê bên jiyîn, lê dibe ku:
Liv û tevgera zarok: 18-25 sal - wek jor, lê reaksiyonên din dikarin di nav xwe de vehewînin:
Ciwanên mezin dê ji malbatê wêdetir ji bo xwedîkirinê têkiliyên xwe yên taybet hebin. Dibe ku hinek dê û bav bi xwe bin. Her wiha dibe ku berpirsiyarîyên wan yên aborî, kargeh an jî yên din jî hebin. Hemû zarok û ciwan, temenê wan çi dibe bila bibe, divê dê û bav mînakên baş û hevgirtî diyar bikin, bi taybetî dema ku jiyan diherimîne. Heke pêdivîya wan bi piştgirîyeka zêde hebe, ji bo ku berê xwe bidin mirovên temenê wan ewle bin.
Piştî bûyerên bi êş, dê û bav dixwazin zarokên xwe di bersivdayîna bûyeran û mijûlkirinê de xwedî bikin. Li vir çend serişte hene.
Dibe ku çi bibe alîkar:
Çi kêmtir alîkar e:
Dibe ku ev ajans piştî ku bûyereke dijwar qewimî, hun zehmetiyan bikişînin, dikarin zêdetir peyda bikin:
Bi doktorê xwe yê herêmî / GP re têkilî daynin
Xeta lifeline 13 11 14
Têlȋfonȋ Beyondblue bikin li ser 1300 22 4636
Telȋfonȋ Alîkariya Zarokên li ser 1800 551 800
Ger hûn bêtir agahdarî li ser pêwendiya Xaça Sor a Australya dixwazin: 1800 XAÇA SOR (733 276) an ȋmêl contactus@redcross.org.au
Charity donations of $2 or more to Australian Red Cross may be tax deductible in Australia. Site protected by Google Invisible reCAPTCHA. © Australian Red Cross 2025. ABN 50 169 561 394